Nêçîrvan Barzanî: Bila NY komkujîya Êzîdîyan wekî Cenosayd nas bike
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî li Şingalê de, peyamek weşand û têde daxwaz ji NY kir ku “komkujiya Kurdên Êzidî weke Cenosayd nas bike.
Îro 3`ê Tebaxa 2019`an, pêncemîn salvegera êrîşa DAIŞ`ê ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê wê rêxistina têrorîst ve ye.
Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî peyamek li ser Twîtterê belav kir û ragihand: “Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de li Şingalê, em ji dil ve wan bi bîr tînin ku bûne qurbaniyê destê dilreqiyên DAIŞ`ê. Heta ku em terorê ji nav nebin û qurbaniyên revandî venegerînin, em ê nesekinin.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwazek ji Netewên Yekgirtî kir û got: “Em daxwazê ji Netewên Yekgirtî dikin, jibo rêgirtina ji kiryarên bi vî rengî û wê komkujiyê weke Cenosayd nas bike.”
Roja 3`yê Tebaxa 2014`an, rêxistina DAIŞ`ê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.
Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.