Îranê ji bo berfirekirina pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê biryara cidî daye
Serkonsolê Îranê li Silêmaniyê diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo berfirekirina pêwendî û hevkariyên ticarî û aborî bi Herêma Kurdistana Iraqê re cidî ye.
Li gor rapora Kurdpressê, Serkonsolê Îranê li Silêmaniyê Mehdî Şşûşterî piştî hevdîtina bi endamên Yeketiya Derfiroş û Derbikiran re li bersiva nûçegihanan de berfirekirina pêwendî û hevkariyên ticarî û aborî bi Herêma Kurdistana Iraqê re sekinî û got: Pêwendiyên ticarî navbera Îranê û Herêma Kurdistanê bi taybetî bi Silêmaniyê re li van salên dawiyê pir pêşketine û ev rewşa hîn berdewam dike.
Serokê Yeketiya Derfiroş û Derbikirên Silêmaniyê şêx Mistefa Ebdulrehman jî li vê press konferansê de got: Ev hevdîtin dikarin bandoreke erênî daynin ser berfire û zêdebûna têkeliyên ticarî û aborî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê,. Wî herwiha anî ziman ku aliyê Îran ji bo berfirekirina pêwendiyan bi herêmê re pir cidî ye.
Serkonsolê Îranê li Silêmaniyê herwiha li hevdîtina bi endamên Yeketiya Derfiroş û Derbikirên Silêmaniyê re herwiha desnîşan kir ku Îran û Iraqê li hev kirine asta pêwendî û hevkariyên xwe yên ticarî bigihînin 20 milyard dolaran li salê.