Mesrûr Barzanî: Pêwîst e partiyên Kurdistanê hevkar û alîkarê hikûmetê bin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306663-mesrûr_barzanî_pêwîst_e_partiyên_kurdistanê_hevkar_û_alîkarê_hikûmetê_bin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 26, 2019 14:49 Asia/Tehran
  • 

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e partiyên Kurdistanê hevkar û alîkarê hikûmetê bin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li şandeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.

Şanda PDKê ji bilî pîrozbahiya li Serokwezîr, hêviya serkeftinê jê re û ji kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re xwast û amaje bi wê yekê da, PDK bi hemû awayan piştevaniyê li hikûmetê dike.

Serokwezîr  Mesrûr Barzanî spasiya şanda Polîtburoya PDKê kir û got: Rast e PDK di hukûmetê de piranî ye, lê pêwîst e hikûmet a hemû welatiyan be û xizmeta hemûyan bike.

Daxwaz ji partiyên Kurdistanê jî kir, hevkar û alîkarên Hikûmetê bin.

Serokwezîr herwiha amaje bi serdana şanda bilind a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê kir, ku bûye sedema destpêkirina gereke nû ya guftûgoyên bi armanca çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê, bi awayekî ku maf û erkên hemû aliyan li ber çav bêne girtin.