Serokê Herêma Kurdistanê ligel şanda bala ya hikûmeta Iraqê civiya
Duh pêncşemê 25- 07-2019an Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ligel komîteyaka bailind a hevbeş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmetî Federal a Iraqê civiya. Di
Li gor nûçeya BasNewsê, Di civîna herdu aliyan da Nêçîrvan Barzanî li ser piştgiriya xwe bo karên komîta bilind a hevbeş a Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirisgirêkan li gor destûra Iraqê sekinî.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê hevdîtina şanda bilind a hikûmeta navendî ya Iraqê li gel Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî de daxuyaniyek belav kir.
Herwiha di civîna îro de herdu aliyan pêngavên komîteya hevbeş weke derfetek baş bi nav kirin, daku bikarin li gor bingeha Destûra Iraqê ji bo pirisgirêkên mayî çareserekê bibînin.
Her du aliyan herwiha xwestin ku bila civînên du alî berdewam bikin da ku ti astengî û pirsgirêk navbera du aliyan nemîn û du alî bigihêjin lihevtêgihîştinê û dîtina çareseriyê ku di berjewendiya Herêma Kurdistanê û Iraqê de bibe.
Herwiha di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya helwêsta Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî û Komîteya Bilind a Hevbeş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir, ku hewlên wan ji bo çareserkirina pirisgirêkan e û di vê bareyê de piştgiriya xwe bo pêngavên herdu aliyan nîşan dan.