Di encama bombebaranên Artêşa Tirkiyê de agir bi daristanê Herêma Kurdistanê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306600-di_encama_bombebaranên_artêşa_tirkiyê_de_agir_bi_daristanê_herêma_kurdistanê_ketine
Di encama bombebaran û êrişên hewayî û bejahî yên Artêşa Tirkiyê de li Herêma Kurdistana Iraqê gelek xisar gihêştine vê herêmê ku yek ji wan agirpêketina daristanên wê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 25, 2019 06:08 Asia/Tehran
  • Di encama bombebaranên Artêşa Tirkiyê de agir bi daristanê Herêma Kurdistanê ketine

Di encama bombebaran û êrişên hewayî û bejahî yên Artêşa Tirkiyê de li Herêma Kurdistana Iraqê gelek xisar gihêştine vê herêmê ku yek ji wan agirpêketina daristanên wê ye.

Li gor rapora Kurdpressê, Malpera Roj Newsê, balafirên artêşa Tirkiyê çiyayê Kortekê  li eteka çiyayê Qendîlê û çiayê Asosê ya devera Mawetê bi giranî bombebaran kirin.

Di encama vê bombebaranê de agir bi darasistan û çêrgehên navçê ketin û çend saetan ev şewitîna berdewam kir.

Di encama êrişên heayî û bejahî yên Artêşa Tirkiyê di nav axa Herêma Kurdistanê li bakura Iraqê de ku bi henceta şerê li dijî PKKê cih tên, bûne sedema kuştin û birîndarbûna xelkê sivîl ku  di encamê de  xelkê gelek gund û deverên herêmê neçar mane terka mal û avahiyên xwe bidin.

Qaymeqamê devera Sîdekanê li parêzgeha  Hewlêrê got: Artêşa Tirkiyê gelek deverên ku hêzên PKKê li wir nînin bombebaran dikin.

Heya niha 450 gundên Herêma Kurdistan ji ber êrişên dagîrkerî yên Artêşa Tirkiyê vala bûne û bi dehan kesên sivîl jî hatine kuştin û birîndar bûne.

Ji aliyê din ve malpera Xwakûrk ya PDKê îdia kiriye ku piştî giranbûna êrişên hewayî yên Artêşa Tirkiyê gelek ji hêzên PKK çûne nav bajarên Herêma Kurdistanê.