Sefîn Dizeyî posta fermangeha peywendîyên derveyî wergirt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306499-sefîn_dizeyî_posta_fermangeha_peywendîyên_derveyî_wergirt
Li dirêjahîya piroseya veguhartina postên kabînya nehem a hikumeta Herêma Kurdisatnê, Sefîn Dizeyî, li şûna Felah Mistefa, li Posta berpirsê fermangeha peywendîyên derve dest bi kar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 22, 2019 03:20 Asia/Tehran
  • Sefîn Dizeyî posta fermangeha peywendîyên derveyî wergirt

Li dirêjahîya piroseya veguhartina postên kabînya nehem a hikumeta Herêma Kurdisatnê, Sefîn Dizeyî, li şûna Felah Mistefa, li Posta berpirsê fermangeha peywendîyên derve dest bi kar bû.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Felah Mistefa di Tiwîtera xwe de nivîsîye: Piştî 13 salan ji xizmetkirinê di  vê fermangehê de, îro min posta xwe radestî Sefîn Dizeyî kir.

Piştî sondxwarina serokwezîr û endamên kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê, piroseya veguhertina postan di navbera wezîrên nû û kabîneya berê, komîteyek hatibû pêkhatin, ji her yek ji: Şeiban Şeiban Çalî, rêveberê nivîsegeha serokê wezîran, Ûmêd Sebah, serokê dîwana wezîran û Amanc Rehîm,  û Serokê Civata Wezîran û Amanc Rehîm, Sikrêtirê Civata Wezîran dest pê kir.

Hefteya pêş jî tevahiya wezîrên Kabîneya nehem dest bi kar bûne û biryar e ku heta dawiya vê hefteyê alûgorên di post û fermandetiyan bi dawî were.