Civîna Parlemana Herêma Kurdistanê bona jînosayd- nasandina tevkujiya Êzdiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306457-civîna_parlemana_herêma_kurdistanê_bona_jînosayd_nasandina_tevkujiya_Êzdiyan
Parlemana Herêma kurdistana Iraqê civînek bona nasandina fermî ya kuştina Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞ`ê wekjînosayd li dar dixe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 20, 2019 15:07 Asia/Tehran
  • Civîna Parlemana Herêma Kurdistanê bona jînosayd- nasandina tevkujiya Êzdiyan

Parlemana Herêma kurdistana Iraqê civînek bona nasandina fermî ya kuştina Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞ`ê wekjînosayd li dar dixe.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Loqman  Werdî endamê Firaksiyona Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlemana  Herêma Kurdistanê li hevpeyvîna tev malpera nûçan a  SNN`ê raghand ku parleman tevî ku di betlaneya havînê de ye dixweze civînekê li bara hilkolandina  tevkujiya berfireh a Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞ`ê ve li dar bixe.

Wî her wiha got ku armanca vê civînê ku yê di yekim roja meha Tebaxa 2019`an  de were lidarxistin, eva ye ku parleman, bi pejirandina  pêşnumayekê, tevkujiya êzdiyan ji aliyê DAIŞ`ê bi fermî wek jînosayd bide nasandin. 

Wî her wiah got ku biryar e pêşnumaya nasandina  jînosayda kurdên  êzdî li roja 3 Tebaxê û hevgavê salvegera êrişa DAIŞ`ê li Şingalê, bê pejrandin.

DAIŞ`ê li 3 Tebaxa 2014`an bi êrişa ser Şingalê dest bi tevkujiya berfireh a kurdên êzdî  û dîlgirtina zêde ji 6 hezar kes ji wan kir ku hîn li bara çarenivîsa zêde ji 2 hezar û 900 kes ji wan tu lêzanîn ber destan nînin.