Du embarên çek û teqemeniyan li ser rêya Hewlêr-Mûsilê teqiyan
Îro Pêncşemî serê sibê du embarên çek û teqemeniyan ên Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî li nêzîkî gumruka Hewlêrê ku dikeve ser rêya Hewlêr-Mûsilê, teqiyan, lêbelê di encama wan bûyeran de ti zirarên canî çê nebûn.
Ligorî rapora mêdyayên Herêma Kurdistana Iraqê, “Derdora saet 04:00`ê îro danê sibê agir li embarên çek û rextan ket û tîmên berevaniya şaristanî û tîmên agirvemirandinê gihîştin cihê bûyerê û piştî demekê agir hate kontrolkirin.”
Ligorî rapora Malpera Xendanê, yek ji fermandeyên Hêzên Zêrevanîyê ku nexwest navê wî bê aşkirakirinê derbarê sedem û zirarên teqînan de da xûyakirin: “ Şewat ji ber çirsûskên sîm û kablên ceryanê derketîye.”
Herdu embarên çek û teqemeniyan dikevin ser rêya Mûsil-Hewlêrê.
Li gorî raporan, tîmên ser bi Fermandariya Zêrevaniyê derbarê her du bûyeran de lêkolîn destpê kirine.