Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê gulleavêtina ser kedkarên Konsolxaneya Tirkiyê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306370-serokatiya_herêma_kurdistana_iraqê_gulleavêtina_ser_kedkarên_konsolxaneya_tirkiyê_şermezar_kir
Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê gulleavêtina ser kedkarên Konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 18, 2019 04:08 Asia/Tehran
  • Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê gulleavêtina ser kedkarên Konsolxaneya Tirkiyê şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê gulleavêtina ser kedkarên Konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê bi weşandina daxûyaniyeka fermî ev êrîş wek Sûcekî Tirsokî da zanîn û tevî amajeya bi kuştina kedkarekî Konsolxaneyê û welatiyekî Herêma Kurdistanê û birîndarbûna kesek din, ev êrîş bi tundî şermezar kir.

Di vê daxûyaniyê da tevî diyarkirina hevderdiya digel malbatên kesên hatine kuştin, hatiye destnîşankirin ku dewleta herêmê rê nade ku ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê were alozkirin û lêkolîn û şopandina lazim jibo girtina sebebkarên vê êrîşê û darizandina wan pêk tîne.

Roja Çarşemiyê, 17ê Tîrmeha 2019an, di saet 14 li gorî dema xwecihî, hejmareke kedkarên Konsolxaneya Tirkiyê li Hewlêrê di xwarineha bi navê Huqqebaz a vî bajarî ji aliyê kesek nenas va ku du çekên kemberî pêre bûn,ketin ber gullebaranê ku li gorî gotina hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê, di encama vê gullereşandinê da kedkarekî Konsolxaneyê û welatiyekî iraqî hatin kuştin.

Hin medyanan ji wan kanala Sky Newsa Erebî jî qala kuştina sê dîplomatên Tirkiyê di êrîşa roja Çarşemiyê da kirine.

Lê di vê navberê da, Tevî ku PKK'ê her cûre desthebûna vê partiyê di vê êrîşê da derew zaniye û red kiriye, lê kanala tirkî ya Haberturkê îdia kiriye ku ev êrîş ji aliyê endamên PKê va pêk hatiye.