Pêşewzaiya serokwezîrê Iraqê ji hevkariya bi Herêma Kurdstana Iraqê re
Serokwezîrê Iraqê ji berfirehkirina hevkariya bi Herêma Kurdistana vî welatî bona çareserkirina pirsgirêkên xelkê û parastina yekitiya neteweyî ya Iraqê pêşewazî kir.
Li gorî rapora Telewîzyona Someriye News`ê, Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê Iraqê roja Sêşemiyê li hevdîtina Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêmz Kurdistana vî welatî li Bexdayê got: "Iraq amadeyî hevkariya bi Herêma Kurdistana vî welatî li gor qanûna bingehîn e".
Barzanî jî bal kişand ser hez û meyla xwe bo sefera Bexdayê wek yekim menzîla piştî wergirtina posta serokezîrtiyê û teqez kir: Hewlêr bona kiryara hevpar û hevkarî û xurtkirina peywendiyên erênî bi dewleta navendî û çareserkirina hemî pirsgirêkên heyî li gor qanûna bingehîn amade ye.
Berhem Salih, serokkomarê Iraqê jî li vê hevdîtinê bi serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê re , bal kişand ser girinîgiya gotûbêja bona çareserkirina pirsgirêkan û parastina Yekitiya neteweyî û got ku piştrast e Herêma Kurdistana Iraqê dê bikaribe pirsgirêkên xelkê vê navçê çareser bike.
Parlemana Herêma Kurdistanê meha derbasbûyî bi pirraniya dengan, Mesrûr Barzanî, şêwirmendê konseya ewlehiyê ya vê herêmê wek serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistana Iraqê kivş kir.
Barzanî 11ê Tîrmehê wek serokwezîr ji parlemana Herêma Kurdistanê dengê pêbaweriyê wergirt.