Berteka rayedarên Hewlêrê bo qewimîna teqînên bixwîn li deverên Kurdnişîn ên Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306208-berteka_rayedarên_hewlêrê_bo_qewimîna_teqînên_bixwîn_li_deverên_kurdnişîn_ên_sûriyê
Serok, serokwezîr û Parlimana Herêma Kurdistanê û Rêberê Partiya Dêmokrat bi peyamên cuda tevî şermezarkirina teqînên li navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê, hevderdiya xwe tev malbatên goriyên van teqînan diyar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2019 05:57 Asia/Tehran
  • Berteka rayedarên Hewlêrê bo qewimîna teqînên bixwîn li deverên Kurdnişîn ên Sûriyê

Serok, serokwezîr û Parlimana Herêma Kurdistanê û Rêberê Partiya Dêmokrat bi peyamên cuda tevî şermezarkirina teqînên li navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê, hevderdiya xwe tev malbatên goriyên van teqînan diyar kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li pey qewimîna teqînên bixwîn li bajarên Kurdnişîn ên Qamîşlû, Heseke û Efrînê li Sûriyê ku di encamê de 15 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û 70 kesên din birîndar bûn, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peyameke fermî ev teqîn bi tundî şermezar kirin û hevderdiya xwe tev malbatên goriyan ragihand.

Wî destnîşan kir ku ev kiryar nîşana dijminatiya têrorê digel şaristaniyeta mirovî  û hemî baweriyan e.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê jî bi peyamekê teqînên li navçeyên Kurdnişîn ên Sûriyê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir: "Ev kiryar nîşan didin ku têror hîn jî gefeka ciddî û rasteqîn li dijî ewlehî û aramiya navçe û cîhan ye".

Nêçîrvan Barzanî her wiha amaje pê kir ku sekinîna li hemberî gefa têrorê, pêwîstî bi hevahengî û hevkariya giştalî ya navçeyî û cîhanî heye.

Ji aliyê din ve, Mesûd Barzanî, Rêberê Partiya Dêmokrat jî bi peyameke din, tevî şermezarkirina teqînên qewimî li navçeyên kurdnişîn ên Sûriyê, hevderdiya xwe tev goriyên van teqînan ragihand.

Her wiha desteya serokatiyê ya Parlimana Herêma Kurdistanê jî bi daxûyaniyekê qewimîna van teqînan bi tundî şermezar kiriye.