Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û Şaredara Parîsê civîyan
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di dewama hevdîtinên digel rayedarên Fransayê de, bi Şaredara Parîsê re civîya û gotûbêj kir.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina digel Şaredara Parîsê Anê Hîdalgo de xwest ku hevkarîyên Hewlêrê û Şaredarîya Parîsê bên domandin û berfirekirinê.
Şaredara Parîsê Anê Hîdalgo jî di wê hevdîtinê de qedrê Herêma Kurdistanê ji ber pirrcûrî û jîyana bihevre ya etnîkên curbicur li Herêma Kurdistanê girt û bala xwe da ser rewşa kêmîne û awareyan li Herêma Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî roja Çarşem 10`ê Tîrmehê ligorî gazîkirina fermî ya delweta Fransayê seredana vî welatî kir û bi Serokomarê Fransayê, Emanuel Mecron re li Qesra Êlîzê hevdîtin pêk anî û her du alîyan derbarê berfirekirina peywendîyên dualî yên sîyasî û aborî û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya gotûbêjê û di çarçova qanûna bingehîn a Iraqê de gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê piştî hevdîtina digel Mecron digel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya û her du alîyan behsa veberhênana kompaniyên Fransî li Herêma Kurdistanê, rewşa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê û rola civaka navdewletî, bi taybet Fransayê di vegerandina awareyan bo cih û warên wan de, pêngavên pêwîst piştî qonaxa şerê dijî DAIŞ`ê di avakirin, dabînkirina xizmetguzariyên destpêkê de bo navçeyên zirardîtî û alîkariyên berdewam ên Fransayê bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar de, kirin.