Teqînên giran li Hewlêrê
Tebax 14, 2026 17:50 Asia/Tehran
Di encama êrişên bi xwefiran de çend teqîn hin navçeyên li Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê hejandin.
Ev teqîn li nêzîkî balafirgeha Hewlêrê û binkeya leşkerî ya Herîrê bûne. Hevgavê dengê van teqînan, çend xwefir, binkeyên hêzên amerîkî li nêzîkî balafirgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê kirine hedef. Anegorî raporên berayî di encama êrişa bi xwefiran de balafirgeha Hewlêrê jî hatiye girêdan. Hin çavkaniyên nûçeyan binkeya komên dijber û terorîstên cidatîxwez û veşartgeha hêzên amerîkî wekî armancên van xwefiran dane zanîn. Yek ji van xwefiran bi awayekî rasterast li binkeyekî hêzên amerîkî li Hewlêrê ketiye.
Serepeyv