Li Koyê, zarokek kete hewza masiyan û jiyana xwe ji dest da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i344141-li_koyê_zarokek_kete_hewza_masiyan_û_jiyana_xwe_ji_dest_da
Rêveberiya Parastina Şaristaniya Koyê ragihand ku ji beriya demek kurt zarokek 3,5 salî li gundê Satuqela yê li sînorê Teqteq kete hewza masiyan û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku cenazeyê zarokê rakirine tiba edlî.
(last modified 2023-10-13T03:55:50+00:00 )
Çirî 13, 2023 07:22 Asia/Tehran
  • Li Koyê, zarokek kete hewza masiyan û jiyana xwe ji dest da

Rêveberiya Parastina Şaristaniya Koyê ragihand ku ji beriya demek kurt zarokek 3,5 salî li gundê Satuqela yê li sînorê Teqteq kete hewza masiyan û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku cenazeyê zarokê rakirine tiba edlî.

 

Rêveberê Parastina Şaristaniya Koyê Goran Ehmed bi daxuyaniyekê ragihand ku beriya demek kurt zarokek bi navê Rênwar Rêbwar ku 3,5 salî, li gundê Saruqela ya li sînorê Teqteq kete hewza masiyan û jiyana xwe ji dest da.

Heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cenazeyê zarok ji avê hatiye derxistin û ji bo tiba edlî hatiye şandin.

Hêjayî gotinêye ku di vê heftiyê de ev buyere duwem a xeniqînêye. Her wiha ji serê salê ve 9 kes li sînorê bajarokê Koyê di avê de xeniqîne.