Êrîşa balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê ser çiyayên Dihokê li Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i337243-Êrîşa_balafirên_cengê_yên_artêşa_tirkiyê_ser_çiyayên_dihokê_li_herêma_kurdistanê
Balafirên şer ên Tirkiyê zincîre çiyayên Metînayê li parêzgeha Dihokê ya Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 23, 2022 19:38 Asia/Tehran
  • Êrîşa balafirên cengê yên artêşa Tirkiyê ser çiyayên Dihokê li Herêma Kurdistanê

Balafirên şer ên Tirkiyê zincîre çiyayên Metînayê li parêzgeha Dihokê ya Kurdistana Iraqê bombebaran kirin.

Di van salên dawî de, Tirkiyê bi caran bi behaneya jinavbirina endamên PKKê ji erd û esmîn êrişî bakra Iraqê kiriye. Ev êrîş rastî bertekên tund ên hikûmeta Iraqê û welatên din ên cîhanê tên.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya ajansa nûçeyan a IRNA`yê, balafirên şer ên Tirkiyê çend mûşek ber bi zincîre çiyayên Metîna û gundên derdora rojhilatê bajarê Amêdiyê li parêzgeha Dihokê (Herêma Kurdistanê) avêtin.

Li gorî vê raporê, heta niha tu nûçe li ser ziyanên canî yên vê êrişa mûşekî derneketiye.

Balafirên şer ên Tirkiyê duh (şemî) danê êvarê jî çend deverên parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê kirin armanc.