Li Silêmaniyê 3 çeteyên DAIŞê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i334470-li_silêmaniyê_3_çeteyên_daiŞê_hatin_girtin
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand, Hêzên Dije-Terorê bi hemahengiya Asayîşa Silêmaniyê 3 çeteyên DAIŞê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2022 06:00 Asia/Tehran
  •  Li Silêmaniyê 3 çeteyên DAIŞê hatin girtin

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand, Hêzên Dije-Terorê bi hemahengiya Asayîşa Silêmaniyê 3 çeteyên DAIŞê girtin.

Duh 8ê Hezîrana 2022an Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand ku 3 çeteyên DAIŞê li Silêmaniyê hatin girtin.

Yehya Resûl diyar kir, girtina wan 3 çeteyên DAIŞê bi fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê hatiye kirin, operasyon ji aliyê Dije-Terorê ve bi hemahengî ligel Asayişa Silêmaniyê hatiye encam dan.

Girtina sê çeteyên DAIŞê rojekê piştî daxuyaniyeke din a Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqê hat ku tê de desteserkirina 6 çekdarên du koman li parêzgeha Silêmaniyê hatin eşkerekirin ku sê ji wan li gorî qanûna Dije-Terorê hatin girtin û sê yên din jî bi diziyê hatine tometbarkirin.