Agir depoyeka neftê li Silêmaniyê şewitand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333475-agir_depoyeka_neftê_li_silêmaniyê_şewitand
Agir bi depoyeka neftê li devera Tancero ya Silêmaniyê ket. Şewat di demek kurt de hat kontrolkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2022 03:13 Asia/Tehran
  • Agir depoyeka neftê li Silêmaniyê şewitand

Agir bi depoyeka neftê li devera Tancero ya Silêmaniyê ket. Şewat di demek kurt de hat kontrolkirin.

Duh danê êvarê agir bi depoyeka petrolê li devera Tancero ya Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê ket.

Peyamnêrê BasNewsê ragehand, demildest tîmên vemirandina agir gihîştin cihê şewatê û karîn di demek kurt de şewatê kontrol bikin lê hîn nayê zanîn ew şewat çima û çawa derketiye.

Li gorî agahiyan, di wê şewatê de tiştek bi kesî nehatiye.