YNK ji plana PDK ya têkildarî postên serwerî pêşwazîyê dike
Endamekî pillebilind ê YNK ji plana PDK ya lihevguhertina postên serwerî pêşwazî kir û pêgirî kir ku rê jibo gotûbêja tev PDK bi merema çareserkirina nakokîyên mayî vekirî ye.
Burhan Şêxreûf di vî warî da got: YNK ji plana PDK ya lihevguhertina posta pêşwazîyê dike û ti berbendek ser rêya vê lihevkirinê tineye. YNK herwiha xwe beşeke rêçareyê nemaze di warê qeyrana berbijarîya Hoşyar Zêbarî berbijarê PDK jibo posta serokomartîyê da dibîne.
Wî pêgirî kir: Ji wan sedemên mezin ên pêkhatina qeyranê di navbera PDK û YNK da pabendnebûna himberî qanûna bingehîn a Iraqê ye û ev yeka bûye sedema gellek belayên sîyasî yên berfire ku bilî vegera ser destûra bingehîn û cihanîna wê, ew qeyran nayên cebirandin.
Çavkanîyên sîyasî yên iraqî jî ragihandin ku Bafil Talebanî di hevdîtina vê dawîyê ya tev Mesûd Barzanî da sipartina posta serokomartîyê bo PDK bi bijartina endamekî pillebilind ê YNK bo posta serokatîya Herêma Kurdistanê va girêdabû.