Artêşa Tirkiyê herêmên Zap û Avaşîn bombebaran kirin
Sibat 09, 2022 11:50 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di êrîşeke asmanî de li herêmên Zap û Avaşînê 5 çekdarên PKKê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî îro Çarşembê 9ê Sibata 2022ê peyamek belav kir û dibêje li herêma Zap û Avaşîn 5 gerîlayên PKKê destnîşan kirine û bi êrîşeke asmanî li wan dane û di encama vê êrîşê de wan 5 gerîlayan canê xwe ji dest dane.
PKKê heta niha derbarê vê êrîşa asmanî ya Artêşa Tirkiyê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.
PKK herî dawî 31ê Çileya 2022ê daxuyaniyek belav kiribû û amaje bi wê yekê dabû ku firokeyên Artêşa Tirkiyê 29ê Çileya 2022ê êrîşeke berfireh a esmanî kiriye û bi giştî 32 caran nevçeyên Zap, Metina û Avaşîn bordûman kirine lê ti zerar negihiştiye wan.