Dewleta Tirkiyê li gundekî Dihokê 3 sivîl birîndar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i323435-dewleta_tirkiyê_li_gundekî_dihokê_3_sivîl_birîndar_kirin
Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê gundê Giriyan a bajaroka Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ve bombebaran kir. Di encamê de 3 sivîl birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2021 19:25 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê li gundekî Dihokê 3 sivîl birîndar kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê gundê Giriyan a bajaroka Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ve bombebaran kir. Di encamê de 3 sivîl birîndar bû.

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, balafirên şer ên dewleta Tirkiyê di saetên piştî nîvro de gundê Giriyan a bajaroka Çemankê ya ser bi Dihokê bombebaran kir. Li gorî şahidên bûyerê di bombebaranê de 3 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxana Dihokê.

Ji ber bombebaranê ziyan li malên welatiyan ketin. Beriya wê jî herêma Balekayetî bombebaran kir, di encamê de 250 bizin û mihên welatiyekê telef bûn.

 Gundên Alane, Gundejor û Azadî yên herêma Balekayetî bi şidet ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirkiyê ve hatin bombebaran kirin.