Xwepêşandana xelkê li Şêladizê hate astengkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315885-xwepêşandana_xelkê_li_Şêladizê_hate_astengkirin
Piştî xwepêşandana Dihokê, li bajaroka Şêladizê jî gelek mamosta û karmendan xwestin li dijî nedana muçe dest bi xwepêşandanê bikin. Lê ji aliyê asayîşê ve hatin astengkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 17, 2020 05:09 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana xelkê li Şêladizê hate astengkirin

Piştî xwepêşandana Dihokê, li bajaroka Şêladizê jî gelek mamosta û karmendan xwestin li dijî nedana muçe dest bi xwepêşandanê bikin. Lê ji aliyê asayîşê ve hatin astengkirin.

Li bajaroka Şêladizê gelek mamosta û karmendan xwestin li dijî nedana muçe xwepêşandanek lidarbixin. Lê asayîşê destûr neda xwepêşandan were lidarxistin.

Piştî ku duh li navenda Dihokê mamosta û karmendan li dijî nedana muçe dest bi xwepêşandanê kirin, karmend û mamostayên Şêladizê jî li ber Banka Şêladizê kombûn, beriya despêbûna xwepêşandanê, hêzên zêde yên asayîşê li nava bajarok belav bûbûn û nehêştin ku xwepêşandan li Şêladizê despê bike.