Di xwepêşandana Dihokê de 20 kes hatin binçavkirin
May 16, 2020 16:32 Asia/Tehran
Komek mamosta û karmendên bajarê Dihokê, dijî nedana mûçe xwepêşandanek lidarxistin. Karmend ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin dorpêç kirin û 20 kes hatin binçavkirin.
Komek karmend û mamostayên Dihokê, dijî nedana mûçe li parka Azadî ya bajarê Dihokê xwepêşandanek lidarxistin. Polîsan hêz bikaranîn û 20 kes binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine standin hêzên ewlekariyê xwepêşandêran dorpêç kirine û 20 kes binçavkirine. Di van kêliyan de hêzên ewlekariyê hewl didin xwepêşandêran belav bikin.