Zeviyên Mexmûr di nav agir de
Li Çiyayê Qereçûxê û sînorê qezaya Mexmûrê bi sedan donim ji zeviyên çandiniyê yên cotkarên deverê şewitîn. Qaymeqamê Mexmûrê jî dibêje, hêzên Iraqê rê nedane tîmên Berevaniya Sivîl ji bo kontrolkirina agir debrasî devera şewatê bibin.
Derengiya şeva derbasbûyî agir bi çendîn navçeyên Çiyayê Qereçoxê ket ku ew navçe beriya niha hatibûn qedexekirin û dikevine navbera sengerên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê.
Li gorî zanyariyan, beşek ji dexl û dan û bi taybet genimê cotkarên Kurd ên li gundê Pîr Dawûdsûwan, Gire Sor û Palanyan şewitîne.
Cotkarên deverê hewl dan, bi kolandina erdê û lêdana xendeqê, rê li ber pêşveçûna pêlên agir bo nav zeviyên xwe yên çandiniyê bigirin.
Qaymeqamê Mexmûrê, Rizigar Muhemed jî ji Rûdawê re ragihand, ku wan her ji destpêka derketina agir ve tîmên vemirandina agir û berevaniya sivîl şandin deverê, daku agir kontrol bikin.
Qaymeqamê Mexmûrê destnîşan kir, artêşa Iraqê nehiştiye ku tîmên Berevaniya Sivîl xwe bigihînin cihê şewatê, daku wî agirî vemirînin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatine wergirtin, çend kesên nenas agir berdane zeviyên li quntara Çiyayê Qereçûxê û guman tê kirin ku ew kes çekdarên DAIŞê bin.
Rûdawê ragihandiye li aliyê başûrê Çiyayê Qereçûxê li gundên Çar Goman û Alî Reşî jî agir bi zeviyên cotkaran ketiye û li gor zanyariyên ji cotkarên deverê, zêdetir ji 10 donim zeviyên cotkaran şewitîne.
Hêj derbarê zirara ku gihîştiye cotkaran û rûberê zeviyên ku di bûyerê de şewitîne, ti amareke fermî nehatiye belavkirin.