Fûad Masûm pîrozbahiya Kazimî kir
May 10, 2020 09:40 Asia/Tehran
Serokkomarê berê yê Iraqê D.Fûad Masûm jibo destpêkirina erka serokwezîrtiyê pîrozbahiya Mistefa Kazimî kir.
Li gorî rapora malpera PUK Media'yê, Masûm di peywendiyeke bi telefonê pîrozbahî li Kazimî kir.
Serokkomarê berê yê Iraqê D.Fûad Masûm hêvî kir ku ew û endamên kabîneya nuh li hemberî pirsgirêkên aborî û tenduristî biseknin.