Talebanî Kazimî pîroz kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315650-talebanî_kazimî_pîroz_kir
Qubad Talebanî peyameke pîrozbahiyê ji Mistefa Kazimî re şand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2020 05:23 Asia/Tehran
  •  Talebanî Kazimî pîroz kir

Qubad Talebanî peyameke pîrozbahiyê ji Mistefa Kazimî re şand.

Li gorî rapora PUK Media'yê, Bi boneya wergirtina erkê serokwezîrtiya nû ya Iraqê, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî germtirîn pîrozbahî li Mistefa Kazimî kir.

Ev jî naveroka peyama Talebanî ye;

Ez pîrozbahiyê li serokwezîr Mistefa Kazimî dikim bi wergirtina posta serokwezîrê nû yê Iraqê ku ji aliyê Encûmena Nûnreran a Iraqê ve bawerî bi dest anîye.

Em bi hêvî ne ku ew li ser bingeha destura bingehîn a Iraqê kar bike û hikûmraniyê birêve bibe.

Em tekez dikin ku emê bi hev re hemû alozî û kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de çareser bikin.