Silêmanî: Nirxê Benzînê daket
May 06, 2020 18:00 Asia/Tehran
Li parêzgeha Silêmaniyê nirxê benzînê dîsan daket.
Li gorî rapora PUK Media'yê, Di wê barê de, hat zanîn ku li ser daxwaza parêzgeharê Silêmaniyê nirxê benzînê li benzînxaneyên parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê careke din hat kêmkirin ku nirxê benzîna Normal daket (450) dînaran û ya Muhesen daket bo (550) dînaran û ya super jî daket bo (625) dînarên Êraqî.
Her weha amaje bi wê yekê hat kirin ku kuwalîta benzînê dê wek berê dimîne û destkarî naye kirin.