Li Sengawê çeteyekî DAIŞ’ê hate girtin
May 03, 2020 14:40 Asia/Tehran
Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê ragihand ku li bajaroka Sengaw çeteyekî DAIŞê girtine.
Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi alîkariya asayîşa Sengaw terorîstekî DAIŞ’ê girtine ku Erebe.
Li gorî daxuyaniyê, çeteyê hatiye girtin 31 salî ye û ji sala 2016’an ve li parêzgeha Nînowayê peywendî bi çeteyên DAIŞ’ê re kiriye. Niha bi biryara dadgehê bi madeya du ya terorê lêkolînkirina dosya wî berdewam e.