Şanda hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Malikî û Ebadî civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315377-Şanda_hikûmeta_herêma_kurdistanê_li_gel_malikî_û_ebadî_civiyan
Şanda hikûmeta herêma Kurdistanê cuda cuda li gel serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û Serokê Hevpeymaniya Nesir civiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 30, 2020 10:24 Asia/Tehran
  • Şanda hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Malikî û Ebadî civiyan

Şanda hikûmeta herêma Kurdistanê cuda cuda li gel serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û Serokê Hevpeymaniya Nesir civiya.

Li gor daxuyaniya malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê duh 29.04.2020ê şandeya Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ve li gel serokwezîrê berê û serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî û serokwezîrê berî yê Iraqê û serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî civiya.

Di wan her du hevdîtinan de jî gotûbêj li ser pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê û bi taybet jî pirsgirêka neft û gazê hate kirin.