Erdhejekê bajarê Silêmaniyê hejand
Nîsan 30, 2020 09:43 Asia/Tehran
Li sînorê di navbera Îran û Iraqê de erdhejekê rû da ku bajarê Silêmaniyê û derdora wê jî hejand.
Li gor zanyariyan, saet 20 erdhejekê li sînorê di navbera Iraq û Îranê de rû da.
Her li gor zanyariyan ew erdhej bi hêza 4.6 pileya rîşterê bû û navenda wê 31 kîlometre dûr ji rojhilatê Silêmanî.
Li bajarê Silêmaniyê û derdora wê jî hest bi wê erdhejê hat kirin.