Şandeya herêmê li gel Mihemed Helbûsî civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315365-Şandeya_herêmê_li_gel_mihemed_helbûsî_civiya
Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li gel Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî civiya. Piştî civînê hate ragihandin her du alî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hemfikirbûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 30, 2020 04:43 Asia/Tehran
  • Şandeya herêmê li gel Mihemed Helbûsî civiya

Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li gel Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî civiya. Piştî civînê hate ragihandin her du alî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hemfikirbûn.

Hevdîtinên Şandeya Hikûmeta Herêmê li Bexdayê berdewamin. Şandeya ku dibin serokatiya Qubad Talebanî de ji duh ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên muçe û neftê li Bexdayê ne, îro li gel Serokê Parlamentoya Iraqê  Mihemed Helbûsî civiya.

Piştî hevdîtina her du aliyan, daxuyaniyek hate dayîn û têde hate gotin, her du alî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hemfikirbûn.

Hêjayî gotinê ye  şeva borî û îro jî hevdîtinên şanda herêmê li gel aliyên Iraqê berdewam dikin.