Li Herêma Kurdistanê 11 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315329-li_herêma_kurdistanê_11_kesên_din_bi_vîrûsa_koronayê_ketin
Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de 11 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan welatiyekî 75 salî ku li Hewlêr rûdinişt, piştî ku jiyana xwe ji dest daye, derketiye holê ku bi şewba vîrusa Koronayê ketibû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2020 19:08 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 11 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin

Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de 11 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan welatiyekî 75 salî ku li Hewlêr rûdinişt, piştî ku jiyana xwe ji dest daye, derketiye holê ku bi şewba vîrusa Koronayê ketibû.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê têkildarî zanyariyên 24 saetên dawî yên vîrusa Koronayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li Herêma Kurdistanê hezar û 121 testa Koronayê dane ku testa 11 kesên wan pozetîv derket. Ji wan welatiyekî  75 salî yê li Hewlêr rûdinişt, piştî jiyana xwe ji dest daye, derketiye holê ku bi şewba vîrusa Koronayê ketiye.

Li gor daneyên dawî li Herêma Kurdistanê heta niha 366 kes bi Koronayê ketine, ji wan 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, 322 kes baş bûne û yên din jî di bin kontrola pizişkî de ne.