WHO: Ti belge nîne ku korona bi germayê tine bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315327-who_ti_belge_nîne_ku_korona_bi_germayê_tine_bibe
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) eşkere kir ku li Herêma Kurdistana Iraqê metirsiya ku dubare derketina vîrûsa koronayê heye û dibêje;”Ti belgeyek nîne ku vîrûsa korona bi bilindbûna pileya germiyê tine bibe.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2020 15:07 Asia/Tehran
  • WHO: Ti belge nîne ku korona bi germayê tine bibe

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) eşkere kir ku li Herêma Kurdistana Iraqê metirsiya ku dubare derketina vîrûsa koronayê heye û dibêje;”Ti belgeyek nîne ku vîrûsa korona bi bilindbûna pileya germiyê tine bibe.”

Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Ethem Îsmaîl li Otela Rotata ya li Hewlêrê derbarê vîrûsa koronayê daxuyanî da.

Ethem Îsmaîl ragihand;”Li gorî me wê pêlek din a vîrûsa koronayê were Herêma Kurdistanê. Lewma gavên me ji bo pêşîlêgirtina vê pêlê ye.”

Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê got;”Em çavdêriyek hûr li wargehan dikin. Hemû tedbîr ji bo parastina koçber û penaberan tên girtin. Ji bo vê mebestê jî li gel wezaretên tenduristiya Herêmê û Iraqê li ser xetê ne.”

Ethem Îsmaîl têkildarî bandoriya bilindbûna pileya germê li ser vîrûsa koronayê got;”Weke Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ti belge di destê me de nîne ku bi bilindbûna pileya germê ev vîrûs tine bibe. Lê, li gorî me, ser 30 pileyî re çalakiyên wê kêm dibe.”

Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê eşkere kir ku bi kîtên testan, amêrên ceribandinê û çend wesayîtan alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û wê piştevaniya wan berdewam bike.

Wî herwiha got;”Li 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê zêdetirî 350 kesan bi vîrûsa korona ketine. Lê, hejmara kesên baş bûne ji sedê 90 û cihê dilxweşiyê ye.”