Li Hewlêrê 5 kes bi koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315319-li_hewlêrê_5_kes_bi_koronayê_ketin
Wezareta Tendirustiyê ragihand ku 5 pêketiyên din ên bi koronayê li Hewlêrê hatine tomarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2020 10:55 Asia/Tehran
  • Li Hewlêrê 5 kes bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku 5 pêketiyên din ên bi koronayê li Hewlêrê hatine tomarkirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, di encama pişkinînan de li Hewlêrê derketiye ku 3 zarokên temen 11,15 û 16 salî, jineke 36 salî û zilamekî 33 salî bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, jin û ew her sê zarok ji malbata wî nexweşê koronayê ne ku li Telar Cîtyê hatibû tomarkirin û zilam jî rûniştvanê şûqeyên Zanyarî ye û başbûyiyê pêketiyê duh e.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 352 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 322 kes baş bûne û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.