Şandeya danûstankar a hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamena Iraqê civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315254-Şandeya_danûstankar_a_hikûmeta_herêma_kurdistanê_û_parlamena_iraqê_civiyan
Şandeya danûstankar a hikûmeta herêma Kurdistana Iraqê ku heftiya borî bo gotûbêj li gel hikûmeta navendî ya Iraqê serdana Bexdayê kiribû, îro 26.04.2020ê geheşt parlemana Iraqê û li gel serokatiya parlemanê û serokên fraksiyonan naha di civînê de ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 26, 2020 10:14 Asia/Tehran
  • Şandeya danûstankar a hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamena Iraqê civiyan

Şandeya danûstankar a hikûmeta herêma Kurdistana Iraqê ku heftiya borî bo gotûbêj li gel hikûmeta navendî ya Iraqê serdana Bexdayê kiribû, îro 26.04.2020ê geheşt parlemana Iraqê û li gel serokatiya parlemanê û serokên fraksiyonan naha di civînê de ne.

Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ya heftiya borî bo danûstanên li gel hikûmeta navendî ya Iraqê, li ser çareser kirina wan pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çûbûn Bexdayê, îro geheştin Parlemana Kurdistanê û li gel desteya serokatiya parlemanê û serokên fraksiyonan civiyan.

Şandeya hikûmeta Herêmê pêk tê ji serokê dîwana encûmena wezîran Umêd Sebah û wezîrê herêmê yê karûbarên navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêmê Xalîd Şiwanî û çend berpirsekî din. Armanca civîna li gel parlemanê, şewir û gotûbêja ser naveroka  danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ye.