Li Herêma Kurdistanê 3 kes bi koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315245-li_herêma_kurdistanê_3_kes_bi_koronayê_ketin
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand, 3 pêketiyên din ên koronayê li hatin tomarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 26, 2020 05:31 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 3 kes bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand, 3 pêketiyên din ên koronayê li hatin tomarkirin.

Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de testa koronayê ya 3 kesên din pozîtîv bûye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê, di encama pişkinînan de li parêzgeha Hewlêrê derket holê ku  jineke 40 salî a hevjîna tûşbeyekî pêştir bi vîrusa koronaya nû, Covid-19, ketiye.

Herdu tuşbûyên din jî xelkê Silêmaniyê ne û herdu jî zilam in û yek 80 salî yên din jî 29 salî bûye. Ew kesê 29 salî ji Rûsyayê vegeryaye.

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên derbasbûyî de 159 kes ji kerentînê hatine derxistin.

Bi tomarkirina van hersê u pêketiyên li Hewlêr û Silêmaniyê, li Herêma Kurdistanê bi giştî 344 kes bi koronayê ketine, ji wê hejmarê jî 4 kesan canê xwe ji dest dane û 318 kes jî baş bûne.