Çekdarekî artêşa Tirkiyê di pevçûna bi PKKê ra hat kuştin
Nîsan 25, 2020 15:23 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku çekdarekî artêşa vî welatî li bakurê Iraqê hatiye kuştin.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Enqerê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja şemiyê ragihand ku ji ber pevçûna navbera artêşa vî welatî û PKKê li bakurê Iraqê, çekdarekî artêşa Tirkiyê hatiye kuştin û sê kes jî birîndar bûne.
Ev pevçûn di encama êrîşa PKKê ser baregeha artêşa Tirkiyê li navçeya Heftayê li bakurê Iraqê pêk hatiye.
Artêşa Tirkiyê bê destûra dewleta navendî ya Iraqê destdirêjiya ser bakurê vî welatî kiriye û hin baregehên leşkerî li vê deverê ava kirine.