Wezareta Tenduristiyê: Li Duhokê 2 kes bi Korona ketine
Nîsan 24, 2020 20:20 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Duhokê 2 kesên bi Koronayê ketine hatine tespîtkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê têkildarî daneyên dawî yên vîrusa Koronayê encamên dawî ragihand.
Di daxuyaniyê de hat gotin di 24 saetên dawî de hezar û 97 test hatine kirin û di encama wan de hatiye dîtin ku li parêzgeha Duhokê 2 kes bi vîrusa Koronayê ketine.
Her wiha hat diyarkirin ku li Hewlêrê kesek, li Duhokê jî 2 kesên ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê tedawî didîtin baş bûne.
Li gel vê hat ragihandin ku li Helebcê jî zarokeke 3 mehî û jineke 35 salî yên ji ber vîrusa Koronayê dihatin tedawîkirin baş bûne.