Li Mexmûrê tevgera balafirên şer zêde bûye
Nîsan 24, 2020 09:47 Asia/Tehran
Ji destê nîvro heta berêvara duh tevgera balafirên şer a li ser asîmanên Mexmûrê bênavber berdewaam dikir.
Duh ji saetên nîvro heta berêvarê tevgerekî pir zêde ya balafirên şer li ser wargeha Penaberan a Mexmûrê hebû.Nayê zanîn ka ew balafir yên kîjan welatî ne.
Hêjayî gotinê ye balafirên şer ên Tirkiyê roja 15'ê Nîsanê bombe li wargehê barandibûn û 3 jin kuştin.
Li herêmê her wiha rojên dawî liv û tevgera DAÎŞ'ê jî zêde bûye.