Mistefa Kazimî, serdana Herêma Kurdistanê dike
Serokê nûneratiya Hikûmeta Herîma Kurdistana Iraqê li Bexdayê ragihand ku kurd û aliyên din ên iraqqî piştgiriyê li kandîdê serokwezîriya Iraqqê yê nû diken.
Piştî dest kişandina Ednan Zurfî ji kandîdatoriya serokwezîrrriya Iraqê, Serokomarê Iraqê, kandîdê nû yê aliyên şîyî yên Iraqqê Mistefa Kazimî kir wezzîfedarê pêkanîna kabîneya dewleta nû û ew divê li mideha mehekê desteya xwe ya wezîran diyar bike û ji bo desnngwergirtinê ji parlemanê re bide nasandin.
Serokê nûneratiya Hikûmeta Herîma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa li civîneke rojnamevanî de diyar kir, Herêma Kurdistanê piştgiriyê ji kandîdê nû yê serokwezîriya Iraqê dike û wî kesekî baş li van dema û gavan dizane ku dikare Iraqqê ji rewşa niha derbas bike û di vvî halî de pêwenddiyeke baş bi gişt pêkhateyan re hebe.
Faris Îsa herwiha diyar kir ku Kazimî mehek derfet heya ji bo pêkanîna kabîneya nû û hemû alî jê piştgiriyê dikin daku li vê midehê bikare bigihêje vê hedefê.
Wî herwiha got ku Kazimî soz daye ku kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê safî bike û ji bo vê yekê bi Herêmê re wê gotûbêjêê bike û pêşbîînî dibe ku ew serdana Herêmê jî bike.
Serokê nûneratiya Hikûmeta Herîma Kurdistanê li Bexdayê herwiha eşkera kir ku pêbendiya li destûra bingehîn a Iraqê ji me re pir girîng e û divê gişt aliyê şîyî jî li ser vê yekê hevfikir bibin û ji bo dabînkirina mafê gelê kurd bernaameyekê daynin.