Nerazîbûn û berteka nunerê HDP li hember rewşa kempa Mexmûrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314804-nerazîbûn_û_berteka_nunerê_hdp_li_hember_rewşa_kempa_mexmûrê
Teyib Temel, nunerê Wanê li parlemana Tirkiyê ser bi Partiya Demokratîka Gelan (HDP) bal kişand ser dewama dorpêçkirin û boykotkirina kempa Mexmûrê ji aliyê Hêzên Herêma Kurdistanê va û diyar kir: "Em ji rêberên Herêma Kurdistanê û taybetî ji şexsê Mesûd Barzanî dixwezin bi zûtirkê dawiyê bidin dorpêçkirina Mexmûrê."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2020 12:47 Asia/Tehran
  • Nerazîbûn û berteka nunerê HDP li hember rewşa kempa Mexmûrê

Teyib Temel, nunerê Wanê li parlemana Tirkiyê ser bi Partiya Demokratîka Gelan (HDP) bal kişand ser dewama dorpêçkirin û boykotkirina kempa Mexmûrê ji aliyê Hêzên Herêma Kurdistanê va û diyar kir: "Em ji rêberên Herêma Kurdistanê û taybetî ji şexsê Mesûd Barzanî dixwezin bi zûtirkê dawiyê bidin dorpêçkirina Mexmûrê."

Li gorî rapora Kurd Pressê, Teyib Temel got: Boykotkirina ku piştî êrişa ser endamên konsûlxana Tirkiyê li Hewlêrê li 17ê Gulana 2019`an cih hatiye tevî belavbûna vîrûsa Koronayê li welêt didome.

Van boykotan nêzîkî 12 hezar welatiyên ku li deheka 90'î neçar mane ji parêzgehên sînorî yên Tirkiyê koçberî Herêma Kurdistanê bibin, pir aciz kirine. Li encama  van boykotan xelkê Kampê nikarin kelûmelên xwe yên tendrsutiyê û pêwîstiyên xwe yên rojane dabîn bikin. Ev cimaeta  ev 20 sal in di rewşeka dijwar de dijîn. Dewama boykot û dorpêçkirina Mexmûrê ku  ev çend meh in didome, karekî pir şaş e. 

 Li gorî nivîsîna Mezopotamyayê, Temel  gotinên xwe wiha domandin: Siyasetvanên Herêma Kurdistanê ji ber exlaq û vîjdanê jî divê bi her awayî boykotên li dijî kampa Mexmûrê îbtal bikin ji ber ku malzeme û pêdiviyên jiyana xelkê li wir bi dawî bûne. Rewşa kampa Mexmûrê pir xirab e. Em ji rêberên Herêma Kurdistanê û taybetî ji şexsê Mesûd Barzanî dixwezin bi zûtirkê dawiyê bidin dorpêçkirina Mexmûrê.