Parêzgarê Hewlêrê xişteya demên hatin û çûyînê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314793-parêzgarê_hewlêrê_xişteya_demên_hatin_û_çûyînê_ragihand
Parêzgarê Hewlêrê xişteya demên rêdayîna rojane bo welatîyên ku karên taybet hene ragihand û pêgirî kir ku 6 rojên bê dê ykalîker bin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2020 04:39 Asia/Tehran
  • Parêzgarê Hewlêrê xişteya demên hatin û çûyînê ragihand

Parêzgarê Hewlêrê xişteya demên rêdayîna rojane bo welatîyên ku karên taybet hene ragihand û pêgirî kir ku 6 rojên bê dê ykalîker bin.

Firset Sofî Parêzgarê Hewlêrê di civîneke çapemenîyê de ragihand: Heta vê gavê têsta Koronayê ser 16 hezar û 55 kesî de li Herêma Kurdistanê hatine encamdanê ku ji wê hejmarê 11 hezar û 400 kes li parêzgeha Hewlêrê bûne.

Firset Sofî herwiha dîyar kir, me zû dest bi pêngavên xweparastinê kir û rêbazên pêwîst girtin ber xwe lewma, em nika di rewşeke baş da ne.

Wî pêgirî jî kir ku rewş hatîye kontrolkirinê lê, hela em negiheştine qonaxa tenduristîyê û 6 roj di pêş da yê yekalîker û zelalker bin.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha got: Hegera hejmara zêde ya tûşbîyîyan ew e ku têst û kontrolkirin zêde ye, bi awayekî ku her roj 700 kes tên têstkirinê û sedî 70’yê kesên têstên Koronayê ser wan tên encamdanê li Hewlêrê ne.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha got: Kesên miaş werdigirin her roj hêsankarî bo wan tê kirinê, barhilgir jî dikarin her demekê li Kolana 120 Mêtrî kar bikin.

Ji hêla din ve, Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdstanê amarên têkildarî Kornayê yên di 24 sietên buhurî de ragihandin ku ligorî wan 13 haletên nû yên tûşbûnê hatin tomarkirinê. Hejmara tûşbûyîyên Koronayê li Herêma Kuridstanê giheştîye 324 kesan, 3 kesan canê xwe ji dest dane, 134 tûşbûyî baş bûne û yên din jî di bin çavdêrîya pizişkî da ne.