Parlimanterekî YNK: Kurd dê xwe wezîrên xwe kivş bikin ne Kazimî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314791-parlimanterekî_ynk_kurd_dê_xwe_wezîrên_xwe_kivş_bikin_ne_kazimî
Parlimanterekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje ku Wezîrên Kurd ên kabîna nû ya Iraqê dê ji hêla partîyên Kurdan xwe va bên bijartinê ne ji hêla Mistefa Kazimî Serokwezîrê rasipardî ve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2020 04:17 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî YNK: Kurd dê xwe wezîrên xwe kivş bikin ne Kazimî

Parlimanterekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje ku Wezîrên Kurd ên kabîna nû ya Iraqê dê ji hêla partîyên Kurdan xwe va bên bijartinê ne ji hêla Mistefa Kazimî Serokwezîrê rasipardî ve.

Mehmûd Şoxnav Parliamnterê YNK’ê dibêje ku PDK pêkutîyê ser wê dike ku Fuad Hisên Wezîrê Darayîyê ser posta xwe bimîne û ser vî esasî eva daxwazeke sîyasî ye.

Wî herwiha gto: YNK jî dê xwe Wezîrên xwe li kabîna nû ya Iraqê kivş bike ne Mistefa Kazimî Serokwezîrê rasipardî.

Mehmûd Xoşnav amajeyî vê yekê jî kir ku Kurd di çarçova derbaskirina welêt ji vê rewşê de pêşwazîyê li rasipardina Mistefa Kazimî û wê hevdengîyê dike ku alîyên sîyasî yên Şîe ser wê babetê bi dest xistin.