Nêçîrvan Barzanî: Em jibo serokwezîriya Iraqê piştgiriya Mistefa Kazimî dikin
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber baweriya bi aramî û seqamgîriya siyasî û ewlehiya Iraqê û amadebûn bo karê cidî, piştevaniya Mistefa Kazimî bo posta serokwezîriya Iraqê dike.
Nêçîrvan Barzanî daxwaza rêkevtina hemû aliyan li ser mekanîzmekê bo pêkanîna hikûmetê dike û dibêje: “Ev rewşa zehmet û dijwar ku welatê me yê ezîz tê re derbas dibe, ji me tevan dixwaze ku em nakokiyên xwe bidin alîyekî, û di demeke herî nêzîk de li ser mekanîzmekê ji bo pêkanîna hikûmeta federalî li gor destûrê û li ser bingeha lihevkirineke rastî li hev bikin, ku seqamgîrî û bihêziya hikûmetê di cîbicîkirina erkên xwe de misoger bike.”
Nêçîrvan Barzanî, “sekinîna himberî metirsî û qeyranên ku Iraq pêrgî wan bûye, wek giringtirîn erkê hikûmeta nû” bi nav dike.
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Serokê Herêma Kurdistanê pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê bi piştgiriya hemû aliyan wek “karekî pêwîst” dibîne û tekez dike: “Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber baweriya bi aramî û seqamgîriya siyasî û ewlehiya Iraqê û amadebûna bo karê cidî ya bi vê armancê, pêkanîna hikûmeta nû bi piştgiriya hemû aliyên niştimanî gelek pêwîst dibîne, ji ber wê yekê jî em pêşwazîyê li kandîdkirina birêz Mistefa Kazimî bo posta Serokwezîriya hikûmeta federal ji aliyê hêzên siyasî yên pêkhateya Şîe ve dikin.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaza piştevaniya hemû aliyan bo Kazimî û pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê jî dike û dibêje: “Em daxwaz ji hemû aliyan jî dikin, piştevaniyê bikin daku di zûtirîn dem de erkên pêkanîna hikûmetê temam bike.”
Di demekê de ku Ednan Zurfî bi awaykê fermî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih ve bo pêkanîna hikûmeta nû hatiye erkdarkirin, piraniya aliyên Şîe li dijî wî helwest nîşan dan û herî dawî ragihandine, ku ew piştgirîyê didin kandîdkirina Mistefa Kazimî.
Mistefa Kazimî, Serokê Dezgeha Istixbarata Iraqê ye û pêştir egera berbijêrkirina wî rastî nerazîbûn û dijatiya aliyên Şîe hatibû, lê niha helwesta partiyên Şîe yên Iraqê hatiye guhertin.