Li Koleco 2 Pêşmerge hatin kuştin
Nîsan 08, 2020 12:11 Asia/Tehran
Li navçeya Koleco ya başûrê Silêmaniyê di encama êrîşa DAIŞê ser hêzên Pêşmerge de, 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan û hejmarek ji çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin û birîndarkirinê.
Şeva buhurî li nahiyeya Koleco ser bi Kalarê ve terorîstên DAIŞê êrîşî hêza Pêşmerge kirin û şer di navbera hêza Pêşmerge û terorîstên DAIŞê da derket.
Di encama wê êrîşê de 2 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan û hejmareke çeteyên DAIŞ`î jî hatine kuştin û birîndarkirinê.
Têrorîstên DAIŞê sûdê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de werdigirin û êrîşî hêzên Pêşmerge û welatiyan dikin.