Serokê Herêma Kurdistanê sipasîya xelk û rêvebirên Silêmanîyê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya dezgehên îdarî û rêveberî yên parêzgeha Silêmanîyê kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi telefonê digel Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir axivîye û ji ber “hewl û tedbîrên wan ên ji bo girtina pêşîya koronayê û parastina xelkê, spasiya wî û rêveberiya parêzgehê kir.”
Nêçîrvan Barzanî di çarçova qedirgirtinê de piştgirî da parêzgarê Silêmaniyê, dezgehên îdarî û rêveberiya giştî ya tendirustiyê, hêzên navxwe, Asayiş û Pêşmerge û tevahiya saziyên xizmetguzarî, kargêrî, darayî û aborî û ewlehî yên parêzgeha Silêmaniyê.
Di vê peywendiya telefonî de, parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî qedrê îdareya parêzgehê û komîteya bilind a operasyonên parêzgeha Silêmaniyê ji ber hewildana bona girtina pêşîya belavbûna Koronayê girt û sipasîya wan kir.
Heval Ebûbekir herwiha Serokê Herêma Kurdistanê “ji rêkarên herî dawî yên li wê parêzgehê yên ji bo sekinîna himberî Koronayê agahdar kir” û ragihand, ku proseya girtina pêşîya Koronayê “bi awayekî serkevtî” birêve diçe.