Li Hewlêrê 5 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314699-li_hewlêrê_5_haletên_pêketina_bi_koronayê_hatin_tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li bajarê Hewlêrê 5 haletên pêketina bi virusa Koronayê hatin tomarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2020 12:45 Asia/Tehran
  • Li Hewlêrê 5 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li bajarê Hewlêrê 5 haletên pêketina bi virusa Koronayê hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir ku ew peketî 3 jin, zarokek û mêrek in, hemû jî virus ji pêketiyên herdu şînên li taxa Karêzanê vegirtine.

Du şînên miriyan li taxa Karîzanê hatibûn danîn, li gor zanyariyan jî zêdetir ji 75 kesan ji encama danîna wan şînan bi vîrusa Koronayê ketine.

Ligorî agahîyan, taxa Karêzanê bi temamî hat qerentîkirin û pişknîn û test ser piraniya niştecihên wê taxê tên kirin.

Li gor dawî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, heta niha li Herêma Kurdistanê 285 kes bi Koronayê ketine, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe ji dest  dane.