Saman Berzincî: Rewş metirsîdar bû ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314678-saman_berzincî_rewş_metirsîdar_bû_ye
Saman Berzincî, wezîrê Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê, serdana tûşbûyên Koronayê kir li nexweşxana Rizagarî li Hewlêrê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 07, 2020 04:50 Asia/Tehran
  • Saman Berzincî: Rewş metirsîdar bû ye

Saman Berzincî, wezîrê Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê, serdana tûşbûyên Koronayê kir li nexweşxana Rizagarî li Hewlêrê.

Serdana wezîrê Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê bo nexweşxana Rizgarî, piştî wê yekê pêk hat ku tûşbûyekê Vîrûsa Koronayê li wê nexwşxanê girteyeka vîdyoyî belav kiribû û têde behsa wê yekê kiribû ku rewşa wan xirab e û li wan napirsin û jîngeha manîna wan li nexweşxanê li gor pîvanên tenduristîyê nîne.

Piştî wê serdanê, wezîrê tenduristîya Herêmê  got: Rewşa wan tûşbûyan cêgîre, hinekan gilî û gazinde hebûn û girteyên vîdyoî belav kiribûn, lê rastî ne weha bû, nexweşxane nû ye û hatîye nûkirin jî, kesekî divîya bû direngê şevê biçe derve, rê nedabûn wî, wî jî girteyeka vîdyoyî belav kiribû. Nexweşxane ya Rizgarî mezin e û cihê zêdetir ji 500 nexweşan têde heye.

Berzincî herwiha got: Li ba me, giringtirîn tişt xweparêzî û kontirolkirin e, cihê daxê ye rewş metirsîdar bûye. Haletên winda hene, anku halet heye çavkanîya wê dîyar nîne. Tenê li Hewlêrê, îro li 10 tax, dû gund, nahyeyek û qezeyekê halet hebûne. Metirsiya din jî;ew e ku hejmara tûşbûyan gehiştîye 277 haletan. Ewên li nexweşxanê mane berkevtîyên din hene.

Wî herwiha xuya kir ku heke  hevwelatî harîkar bin û li mal neyên derve, ev bi xwe kerentîne ye. di 48 saetên burî de, qedexe ya hatûçûnê gelek serkevtî bû.