Mesûd Barzanî û Osman Baydemîr derbarê dawî pêşhatên siyasî de gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i313351-mesûd_barzanî_û_osman_baydemîr_derbarê_dawî_pêşhatên_siyasî_de_gotûbêj_kirin
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr hevdîtinek pek anîn û di wê hevdîtinê de herdu aliya dawîn pêşhatên siyasî yên herêmê hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2020 12:01 Asia/Tehran
  • Mesûd Barzanî û Osman Baydemîr derbarê dawî pêşhatên siyasî de gotûbêj kirin

Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr hevdîtinek pek anîn û di wê hevdîtinê de herdu aliya dawîn pêşhatên siyasî yên herêmê hilkolandin.

Mesûd Barzanî Serokê PDK îro li navçeya Pîrman a Hewlêrê pêşwazî li parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Osman Baydemîr kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Mesûd Barzanî di hevdîtinê de Barzanî û Baydemîr liser rewşa giştî ya navçeyê û dawîn alûgurên siyasî gotûbêj kirin.

Di civînê de herwiha herdu aliyan derbarê rewşa Kurdan de rawêjkarî kirin. 

Barzanî û Baydemir di vê hevdîtinê de pêgirî ser peyama aştiyane ya gelê Kurdistanê û dîyalog û hevdufemkirinê ji bo çareseriya kêşeyan kirin.

Mijareke din a gotûbêja Barzanî û Baydemîr jî, nêzîkbûna aliyên Kurd û helwesta aştîxwazane ya hevbeş a kurdan bû.