Lahûr Şêx Cengî û Bavil Talibanî wekî hevserokên YNK`ê hatine bijartin
Konseya rêberiya Yeketiya niştîmaniya Kurdistana Iraqê bi piraniya dengan Lahûr Şêx cengî û Bavil Talibanî wekî hevserokên nû yên vî partî bijartin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Rêber Seyîd Îbrahîm endamê Konseya rêberiya YNK`ê ragihand ku li civîna îro Sêşemê , Konseya rêberiya Yeketiya niştîmaniya Kurdistana Iraqê bi piraniya dengan Lahûr Şêx cengî û Bavil Talibanî wekî hevserokên nû yên vî partî bijartin.
Wî got: Li civîna îro bilî viya ku hevserokên YNK`ê hatine bijartin, rêziknameya vî partî jî bi tamî hate pejirandin.
Rêber Seyîd Îbrahîm ragihand ku civînên Konseya Rêberiya YNK`ê çarşemê û pêncşemê jî dê bêne domandin.
Sîstema rêberiya Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê berê sekretirê giştî bû ku du cîgirên xwe hebû û Celal Talibanî sekretirê giştî yê vî partî bû.
Lahûr Şêx cengî û Bavil Talibanî li hilbijartina hundirî yê Kongireya YNK`ê para pirtire dengan anîbûne dest.