Li Herêma Kurdistanê binpêkirinên hemberî rojnamegeran zêde bûne
Li gorî rapora nû ya Sendîkaya Rojnamegeriya Herêma Kurdistanê, di 6 mehên dawî yên sala 2019’an de, li Herêma Kurdistanê hemberî rojnamegeran binpêkirin zêde bûne. Li gorî raporê di sala 2019’an de 66 binpêkirin hemberî rojnamegeran hatine kirin.
Li bajarê Hewlêrê Sendîkaya Rojnamegeriya Herêma Kurdistanê, rapora derbarê binpêkirinên di 6 mehên dawî ya sala 2019’an de hemberî rojnamgeran hatî kirin, aşkere kir.
Li gorî raporê di sala 2019’an de bi giştî 66 binpêkirin hemberî rojnamegeran hatine kirin. Li gorî raporê li Silêmaniyê 17, Hewlêr 17, Kerkûk 17, Dihok 8, Bexda 1, Xaneqîn 3, Helebce 1 û li Musilê jî binpêkirinek hemberî rojnamegeran hatine kirin.
Piştî xwendina raporê, rêveberê sendîkaya Rojnamegerên Herêma Kurdistanê, Azad Hemedemîn axivî û got; “Raporên me li ser asta navnetewî hatine amadekirin û kar li ser hatiye kirin. Ji bo vê raporên me ji bo navendên fermî yên cîhanê hatine şandin û xwedî bandorin.”
Endamê lijneya parastina mafê rojnamegeran Goran Celal jî da zanîn ku hîn jî rewşa karê medyayê li Kurdistanê ne guncave û pêşbaziya siyasî bandorê li ser medyayê dike. Celal da zanîn ku ev pêşbazî digihihe asta êrîşa ser rojnamegeran. Celal dewamê de diyarkir ku li herêmên bi nakok hêzên Iraqê êriş û bêrêziyê hemberî rojnamegerên Kurd dikin û ev jî bandorê li ser rojnamegerên Herêma Kurdistanê dike.